BBP: Divê berî gavekê HDP were girtin!

05 hezîran 2018 16:58
BBP: Divê berî gavekê HDP were girtin!

PeyamaKurd- Serokê Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) Mustafa Destici got ku divê berî gavekê dozgerên komarê wezîfa xwe bikin û pêvajoya girtina Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) bidin destpêkirin.

Serokê BBPê Mustafa Destici di televîzyoneke Tirkiyê de axivî û got ku em li dijî girtina partiyên siyasî ne. Lê belê HDP bi PKKê ve girêdayî ye û hinek endamên partiyê sûcdar in. Ji ber vê yekê divê ew cezayê xwe bikişînin û partiya wan were girtin.

Mustafa Destici wiha berdewam kir: HDP partiyeke Marksîst û Lenînîst e. Li dijî çand û baweriya vî gelî ye. Divê were girtin.

Mustafa Destici bi Recep Tayyip Erdogan re li hev hat û di nava tifaqa Cumhûrê de cihê xwe girtiye.