Serokwezîr Barzanî û Fagin: Divê hilberîna petrolê were zêdekirin

14 îlon 2026 17:28

Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja Duşemê pêşwaziya Steve Fagin, Rêvebirê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê, kir. Di hevdîtinê de êrîşên li ser Herêma Kurdistanê hatin şermezarkirin, herwiha zêdekirina hilberîna petrolê, têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û avakirina hikûmeteke nû hatin gotûbêjkirin.

Serokwezîr Barzanî û Fagin: Divê hilberîna petrolê were zêdekirin

RûpelNews - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, roja Duşemê, bi Steve Fagin Rêvebirê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê re, civiya.

Li gorî daxuyaniya Barzanî, di civînê de pêşketinên siyasî, ewlehî û aborî yên li Iraq û herêmê, her wiha rêyên xurtkirina hevaltiya demdirêj û hevkariya stratejîk a di navbera Herêma Kurdistanê û DYAyê de hatin nirxandin.

Êrîş hatin şermezarkirin

Herdu aliyan êrîşên ku Herêma Kurdistanê dikin armanc şermezar kirin û tekezî li ser girîngiya parastina ewlehî, aştî û aramiya herêmê kirin.

Di heman demê de di civînê de hate destnîşankirin ku divê hilberîna petrolê li Herêma Kurdistanê were zêdekirin û divê hevkarî û hevrêziya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê de were xurtkirin. Hate destnîşankirin ku ev ji bo baştirkirina rewşa darayî ya Iraqê, zêdekirina dahatên welêt û pêşxistina geşepêdana aborî girîng e.

Barzanî her wiha tekez kir ku di tevahiya vê pêvajoyê de divê mafên destûrî û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bên rêzgirtin.

Di dawiyê de, civînê girîngiya ji nû ve çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê û avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir.