Serokwezîr Barzanî bi Helbûsî re civiya: 'Divê sîstema federal were parastin'

30 tîrmeh 2026 16:02

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di hevdîtina bi Sekreterê Giştî yê Partiya Teqedum Mihemed Helbûsî re, tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina hevkarî û hevrêziya di navbera hêzên siyasî yên li Iraqê de kir.

Serokwezîr Barzanî bi Helbûsî re civiya: 'Divê sîstema federal were parastin'

RûpelNews - Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Mihemed Helbûsî, Sekreterê Giştî yê Partiya Teqedum û şanda pê re kir.

Di daxuyaniyekê de derbarê hevdîtinê de, Barzanî destnîşan kir ku wan li ser girîngiya xurtkirina têkilî, hevkarî û hevrêziya di navbera partî û hêzên siyasî yên welêt de ji bo rûbirûbûna kêşeyên li pêşiya Iraqê û zehmetiyên di warên cuda de gotûbêj kiriye.

"Divê sîstema federal bê parastin"

Serokwezîr Barzanî ragihand ku di civînê de tekezî li ser girîngiya parastina sîstema demokratîk û federal a Iraqê hatiye kirin û diyar kir ku ew li ser piştgiriya hikûmeta federal a ji bo garantîkirina mafên destûrî yên hemû pêkhateyan û pêşkêşkirina xizmetên dadwerane ji welatiyên Iraqê re bêyî cudakariyê, gihîştine lihevkirinekê.

Di daxuyaniya xwe de, Serokwezîr Barzanî her wiha tekezî li ser girîngiya domandina diyalogê di navbera partiyan de kir ji bo xurtkirina aramiyê û parastina lihevkirina siyasî li Iraqê.