Serokwezîr Barzanî û Perry civiyan: Divê nefta Kerkûkê…
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, doh Sêşemê Hewlêrê, bi Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Rick Perry û şandeya pê re hevdîtinek pêkanî.
Di daxuyaniya malpera fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat gotin, Perry û şandeya pê re kêfxweşiya xwe li hember serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û tekîd kir ku hikûmeta Amerîkayê dê li ser piştevanîkirina bicîbûna aramiyê li Îraqê, Herêma Kurdistanê û danûstaninên navbera Hewlêr û Bexdayê yên ji bo çareserkirina pêrgirêkên navbera herdu aliyan de, berdewam be.
Di civînê de Nêçîrvan Barzanî spasiya serdana şandeya Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê kir û got, “Herêma Kurdistanê vê serdanê weke piştevaniyekê ji bo xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê dibîne, her weke ka çawa Amerîka digel Hevpeymanan di şerê dijî DAÎŞê da piştevan û hevkar bû û giringiya berdewamiya wê hevpeymanê bi pêwîst zanî.”
Serokwezîrê Nêçîrvan Barzanî herwiha spasî ji bo hewlên Amerîkayê yên nêzîkirina Hewlêr û Bexdayê bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên diyalogê kir û xwest, “Amerîka rol bilîze ku Îraq nefta Kerkûkê bi rêya boriya Herêma Kurdistanê bo derve bişîne û her ji destpêkê Herêma Kurdistanê amadekariya xwe di vî warî de nîşan daye û ev yek di berjewendiya hemû Îraqê de ye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin