Serokwezîr Barzanî û Bafil Talebanî civiyan

16 adar 2025 20:04
Serokwezîr Barzanî û Bafil Talebanî civiyan

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ku serdana Pîrmamê kiribû, civiya.

Di civîna îro Yekşemê 16.03.2025ê de, mijara pêkanîna kabîneya dehem û çend mijarên din hatin gotûbêjkirin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewremanî derbarê civînê de daxuyaniyek da û got, "Ji bilî gotûbêjkirina pêkanîna kabîneya dehemîn, wê rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên navçeyê jî were gotûbêjkirin."

Di daxuyaniya Ofîsa Bafil Talebanî de hat ragihandin, ku di civînê de rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê, encamên siyasî, amadekariyên pêşhatan û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin.