Serokwezîr Barzanî ligel Emar Hekîm civiya
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Tevgera Hîkmetê ya Niştimanî ya Îraqê Emar Hekîm kir. Di civînê de hewlên çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin.
|
Türkçe
RûpelNews - Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Hewlêrê ligel Serokê Tevgera Hîkmetê ya Niştimanî ya Îraqê Emar Hekîm civiya.
Di civînê de fîkr û nerîn li ser rewşa giştî ya Iraqê, Herêma Kurdistanê û guhartinên dawiyê yên deverê hatin axaftin û tekez li ser giringiya çareserkirina arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingehê destûrê hat kirin.
