Serokwezîr Barzanî îro ligel Erdogan dicive
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro li Stenbolê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan re dê bicive.
RûpelNews -
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro ji bo çend hevdîtinên fermî serdana Tirkiyeyê dike.
Tê payîn ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Qesra Dolmabahçeyê ya Stenbolê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan, Wezîrê Derve Hakan Fîdan û karbidestên din ên payebilind re bicive.
Hatiye ragihandin di hevdîtinan de têkiliyên dualî, geşedanên dawî yên li Iraq û herêmê, û rewşa giştî wê werin axaftin.
