Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokwezîrê Urdunê re civiya

03 sibat 2026 11:48

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Urdunê Hesen li ser têkiliyên dualî gotûbêj kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokwezîrê Urdunê re civiya
Mesrûr Barzanî - Cefer Hesen
Nivîskar: editor2

RûpelNews- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya Lûtkeya Hikûmetên Cîhanê ya ku li Dubey, ji aliyê Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî hate lidarxistin de, bi Serokwezîrê Urdunê Cefer Hesen re hevdîtinek kir.

Li gorî daxuyaniya ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa giştî ya li Iraq û herêmê û geşedanên dawî hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Serokwezîrê Urdunê Cefer Hesen silavên Şah Ebdullahê Duyem, gihandiye Serokwezîr Mesrûr Barzanî. Hesen her wiha tekezî li ser daxwaza Urdunê ya ji bo pêşxistina têkiliyên yên dualî bi Herêma Kurdistanê re kir.

Di civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî sipasiyên xwe ji bo piştgiriya Urdunê û bi taybetî ya Şah Ebdullahê Duyem ve, ji Herêma Kurdistanê re hatiye kirin, anî ziman.