Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi wezîrê enerjiyê yê Qatarê re civiya

26 adar 2025 02:26
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi wezîrê enerjiyê yê Qatarê re civiya
Nivîskar: Mahmut Begik

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçova seredana fermî ya Qatarê de li payîtext Dohayê bi wezîrê enerjiyê yê Qatarê bi Saad Sherida Al-Kaabi re hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de li ser sehayên xwurtkirina têkiliyên malî û aboriyê û firehkirina sehayên hevkariyê axifîn. Her dû teref, bi taybetî li ser sektora enerjiyê û derfetên veberhênanê axifîn.

Mesrûr Barzanî, do di çarçova seredana fermî ya Qatarê de, bi serokwezîr û hem wezîrê karên derve yê Qatarê bi Şêx Muhammed bin Abdurrahman Al Sani re hevdîtin kiribû.

Rayedarên Kurdistanê ragihandin ku di têkiliyan de armanc; pêşdebirina hevkariya aboriyêye û pêngavên baş tê de hene. Dê hevdîtinên her dû terefan hêj dewam bikin.