Amerîka: Divê rêz li serweriya Iraqê were girtin

21 tîrmeh 2022 13:32
Amerîka: Divê rêz li serweriya Iraqê were girtin

PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, êrîşa Tirkiyê ya li Zaxoyê şermezar kir û diyar kir: “Divê rêz li serweriya Iraqê were girtin.”

Li gor Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price di civîneke çapemeniyê de axivî û da zanîn: “Em ji êrîşên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê agahdar in û êrîşên ku xelkê sivîl kirine armanc, şermezar dikin. Ji ber ku binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye û divê rêz li serweriya Iraqê were girtin.”

Herwiha Price eşkere kir, ev êrîş binpêkirina yasayên navdewletî ne û ew ji nêz ve çavdêriya rewşê dikin.