Amerîka: Welew ji bo Iraqê zahmet be jî divê mîlîsan kontrol bike
PeyamaKurd – Alîkara wezîrê karên derve yê Amerîkayê Barbara Leaf ku ji karên siyasî yê Amerîkayê yên Rojhilata Navîn berpirse, li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurda got:
“Ev rewş gelek sale ku Îran dixwest biafirîne. Ji ber wê wezîfa Iraqê ya herî girîng û berpirsiyariya wêye ku van mexlûqan bixe bin kontrolê. Em zanin van grûbên han bi salaye ji terefê Îranê de tên destekkirin, tên çekdarkirin û di van şertan de xahmete bi wan re serî derên.
Divê hukumeta Iraqê grûbên ku ji çarçova qanûn derketine, divê li hemberê wan xebata fireh bike. Ji bo ber li êrîşan bigrin û bersivê bidin êrîşkeran, bêhtir gavan bavêjin.”
Li aliyê dinê ji bo êrîşa ser hêzên Amerîkayê yên Urdinê, wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Lloyd Austin, ragihand ku li ser êrîşê xebatên wan yên lêkolînê û lêhûrbûnê dewam dikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin