Wezîrê Derve yê Siûdî: Divê hêzên Amerîka li Iraqê bimînin
28 rêbendan 2020 22:18
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Kurmîr Feysel Bin Ferhan, ji televizyona CNN a Amerîkî re ragihand, hêzên Amerîkayê roleke girîng di şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de girtine ser xwe û divê li Iraqê bimînin.
Feysel Bin Ferhan got, derketina hêzên Amerîkayê ji Iraqê dê asayîşa herêmê giştî bixe metirsiyê ku niha ji ber hebûna wan hêzan rêgirî li serî rakirina grubên terorîst tê kirin.
Hêjayî bibîr xistinê ye ku Parlamentoya Iraqê roja 05 Çile bi sedema kuştina Qasim Silêmanî û Ebu Mehdî Muhendîs ji aliyê Amerîkayê ve, bêyî beşdarbûna Kurd û Suneyan biryara derxistina hêzên biyanî li Iraqê pejirandibû.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî îro serdana Samê dike
24 rbn 2025
Cîhan
Wezîrê Pêsmerge: Divê mûçeyên Pêsmerge wek hêzên Iraqê bê zêdekirin
30 îln 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin