Xamaney: Em ji bo sêwirmendiyê li Sûriye û Iraqê ne, divê Amerîka bilez derkeve

11 adar 2021 22:27
Xamaney: Em ji bo sêwirmendiyê li Sûriye û Iraqê ne, divê Amerîka bilez derkeve

PeyamaKurd - Rêberê bilind ê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney li ser destwerdana navxweyî ya Iraq û Sûriyê got ku ew ne ji bo destwerdana leşkerî lê li ser daxwaza wan welatan li wir in û şêwirmendiyê didin wan.

Elî Xamaney di merasîmeke olî de, got ku hebûna leşkerên Îranê li Iraq û Sûriyê tenê ji bo şêwirmendîyê ji wan her du welatan re bikin e û ne destwerdana leşkerî ye.

Xamaney herwiha dibêje, welatê wan li ser daxwaza Iraq û Sûriyê biryara destwerdana li wan welatan daye û dide xuyakurin ku pêwîste Amerîka bilez ji Iraq û Sûriyê vekişe.

Hêjayî gotinê ye, milîsên çekdar ên Îranê ji dema hilweşîna rejîma Beis ve ji sala 2003yan ve li Iraqê bicih bûne ku ji bo sepandina serweriya Îranê li Iraqê kar dikin.

Dîsa li Sûriyê jî piştî destpêkirina şerê navxwe ji sala 2011an ve milîsên çekdar ên Îranê piştevaniya rejîma Sûriyê dikin ku ev yek jî bûye sedema êrîşên Îsraîlê bi ser axa Sûriyê de.