Serokwezîr Barzanî: Divê hikûmeta Iraqê berpirsiyariyên xwe bîne cih
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya 46emîn salvegera komkujiya kurdên feylî peyameke vîdyoyî belav kir.
RûpelNews - Mesrûr Barzanî, bang li hikûmeta federal kir ku li hemberî kesûkarên qurbaniyên kurdên feylî erkên xwe yên destûrî bi cih bîne.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
"Di 46emîn salvegera jenosîda li dijî kurdên feylî de ku di encamê de bi sedan hezar kurdên feylî li ser destê rejîmên berê ya Iraqê, bi taybetî rejîma Baasê, şehîd ketin, koçber bûn, winda bûn û mal û milkên wan hatin desteserkirin, em dubare dikin ku divê hikûmeta federal erk û berpirsiyariyên xwe yên yasayî û destûrî bi cih bîne û bi awayekî guncaw çareseriyê ji vê mijarê re bibîne. Em diyar dikin ku divê ew qerebûyê bide malbat û kesûkarên şehîd û qurbaniyên kurdên feylî, qurbaniyên êrîşên kîmyewî, qurbaniyên êrişên Enfalê, û hemû qurbaniyên rejîma berê ya Iraqê.
Di vê roja xemgîn de, em rêzê li giyanên pak ên şehîdên kurdên feylî û hemû şehîdên Kurdistanê digirin."
