Fuad Husên: Divê rêz li serweriya Iraqê were girtin
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên bi daxuyaniyekê diyar dike, ew rê nadin welatê wî bibe meydana şer.
Wezareta Karên Derve yê Iraqê da zanîn, Fuad Husên di serdana xwe ya ji bo Pakistanê de, bi şandên dîplomasî yên welatên Erebî re civiya û di çarçoveya wê civînê de destnîşan kir, ew rê nadin Iraq bibe meydana şer û divê rêz li serweriya Iraqê were girtin.
Herwiha destnîşan kir, Iraq her hewlekê dide ji bo nêzîkbûn û hevahengî di navbera tevahiya aliyên Iraqî de were kirin û piştevaniyê li destpêşxeriyên dîplomasî dike.
Fuad Husên tekezî, li ser zêdetir hewl û hevahengiya di navbera welatên Erebî de kir, ji bo pêşbirina hewlên bihêzkirina pêwendiyan û kêmkirina aloyan di navbera gelên herêmê de.
Ev daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Iraqê di demekê de ye, di çarçoveya gera çarem a diyaloga stratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê de hat ragihandin ku Amerîka dê heta dawiya salê re, hêzên xwe yên şerker ji Iraqê vekişîne.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Wayne Marotto dabû zanîn, piştî bidawîbûna erkê wê, hêza OTH ya ser bi Hevpeymaniya Navdewletî ve, ji Iraqê vekişiya û vegeriya Kuwêtê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin