Fuad Husên: Hîn jî metirsiya êrîsên asmanî yên Îsraîlê li ser Iraqê heye

27 sibat 2025 16:53
Fuad Husên: Hîn jî metirsiya êrîsên asmanî yên Îsraîlê li ser Iraqê heye

PeyamaKurd – Wezîrê Karûbarên Derve yê Iraqê Fuad Husên got: “Metirsiya êrîşên asmanî yên Îsraîlê li ser Iraqê berdewam e.

Herwiha diyar kir “Amerîkayê ji me xwest ku em gaza Îranê rawestînin.”

Derbarê pêvajoya nû ya aştiyê ya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de jî got: “Ew ê hevkêşeyên li herêmê biguhere.”

Fuad Husên di hevpeyvînekê bi kenala Al-Arabiye re tekez kir, “Amerîkayê ji me xwest ku em hawêrdekrina gazê ya ji Îranê rawestînin û ji bo zêdekirina fişarên li ser Tehranê hin pêşniyar jî kirin.”

Her wiha destnîşan kir ku Iraq kar dike ji bo parastina hevsengiyê di têkiliyên xwe yên bi herdu aliyên Washington û Tehranê re, û amaje kir ku Bexda pabend e li gel peymana ewlehiyê ya bi Îranê.

Wezîrê Karûbarên Derve yê Iraqê da zanîn ku tu cezayên Amerîkî yên nû li ser bankên Iraqî nînin.

Her wiha da zanîn, dema vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê neguheriye û tekezî li ser giringiya berdewamiya diyaloga stratejîk di navbera Bexda û Washingtonê de kir.

Ji bilî vê yekê, Husên eşkere kir, Washingtonê peyamên ne fermî derbarê rewşa grûpên çekdar de şandine.

Wî her wiha diyar kir: 

“Grûpên çekdar ji ber pêşhatên li herêmê, êrîşên xwe yên li ser hêzên Hevpeymaniya Navdewletî rawestandine.”

Derbarê vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji Iraqê, Faud Husên diyar kir, dema vekişîna hêzên Amerîkî neguheriye.

Derbarê bêçekkirina grûpên derveyî dewletê, tekez kir ku ev mijar, pêwîstiya wê bi gotûbêjeke navxweyî heye. Lê di heman demê de tekez kir, ev grûpên çekdar gefê li ser mana hêzên Hevpeymaniyê nakin.

Wezîrê Karûbarên Derve yê Iraqê eşkere kir, gefên derbarê êrîşeke Îsraîlî ya gengaz li ser Iraqê berdewam in û tekezî li ser pêwîstiya bidûrketina ji şer û pevçûnên çekdarî kir.

Herwiha derbarê metirsiyên DAIŞê de Fuad Husên hişyarî da û got, tevgerên gumanbar ên DAIŞê, metirsiyan di nav hikûmetê de çêdikin.

Wezîrê Karûbarên Derve yê Iraqê derbarê proseya nû ya aştiyê ya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî got: 

“Danîna çekan ji aliyê PKKyê ve, dibe sedema hevkêşeyeke nû li herêmê.”