Li Tekirdagê ji bo perwerdehiya bi zimanê kurdî bang

17 îlon 2026 20:52

Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Ziman û Çanda Mezopotamyayê, ku li taxa Kızılpınar a navçeya Çerkezkoy a Tekirdagê çalakiyan dike, nerazîbûna xwe li hemberî wê yekê nîşan da ku li Tirkiyeyê perwerdehiya bi Kurdî tenê bi dersên bijarte yên di hin polan de sînordar maye.

Li Tekirdagê ji bo perwerdehiya bi zimanê kurdî bang

RûpelNews - Seyfedîn Welekorî daxuyaniya çapemeniyê ya li ber avahiya komeleyê hat dayîn, xwend. Di daxuyaniyê de hate teqezkirin ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafekî bingehîn e û bang hate kirin ku zimanê kurdî di hemû qonaxên pêvajoya perwerdeyê de were bikaranîn.

Di daxuyaniya çapemeniyê de bal hate kişandin ser girîngiya ziman ji bo çand, nasname û bîra dîrokî ya civakan. Hate destnîşankirin ku ew zimanên di warên perwerde û zanistê de nayên bikaranîn, dibe ku bi demê re di warê pêşketin û berdewamiya hebûna xwe de rastî rîskên cidî werin.

Di daxuyaniyê de, bi wê gotinê ku mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafekî gerdûnî û bingehîn e, hate diyarkirin ku sînordarkirina Kurdî tenê bi dersên bijarte ve, têrê nake.

Di daxuyaniyê de ev xalên jêrîn cih girtin:

“Wekî saziyên ku xwe ji bo zimanê kurdî terxan kirine û dilxwazên vî zimanî, em têkoşîna ji bo ziman wekî meseleyeke rûmetê dibînin. Daxwaza me ya zelal ew e ku zimanê kurdî li hemû astên perwerdeyê ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdeyê û bi garantiyên destûrî were misogerkirin.”
“Zimanê kurdî nayê sînorkirin bi dersên bijarte”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên derbarê zimanê kurdî de li Tirkiyeyê bi awayên cûrbecûr berdewam dikin û bi milyonan zarokên kurd ji mafê perwerdeya bi zimanê xwe yê zikmakî bêpar in.

Hat tekezkirin ku sînorkirina zimanê kurdî tenê di çarçoveya teng a dersên bijarte de ne çareserî ye û divê mafê perwerdeyê bi awayekî destûrî were misogerkirin.

Herwiha di daxuyaniyê de behsa nîqaşên derbarê sînorkirina hînkirina zimanê kurdî bo sê saetan di hefteyê de li Rojavayê hate kirin û hat gotin ku kêmkirina zimanê kurdî bo çend saetên sembolîk li herêma xwe, nayê qebûlkirin.

Daxwazên komeleyê

Daxwazên sereke yên ku di daxuyaniya çapemeniyê de hatin rêzkirin, ev bûn:

- Divê astengiyên yasayî yên li pêşiya perwerdeya bi zimanê kurdî bi taybetî Xala 42yemîn a Destûrê werin rakirin.
- Divê zimanê kurdî wekî zimanekî fermî yê perwerdeyê li hemû astên perwerdeyê, ji pêşdibistanê heta zanîngehê, were misogerkirin.
- Divê biryara sînorkirina hînkirina kurdî bo dersa bijarte ya sê-saetî ya heftane li Rojavayê, were terikandin.
- Divê mamosteyên pêwîst ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî werin tayînkirin.
- Divê materyalên perwerdeyî yên zanistî bi zimanê kurdî bi awayekî fermî werin amadekirin.
- Divê mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî wekî hêmaneke bingehîn a aştiya civakî û xweşguzeraniyê were naskirin.
- Divê zimanê kurdî li kolan, tax, dibistan û hemû qadên jiyanê zindî were hiştin.

Di dawiya daxuyaniyê de, komeleyê tekez kir ku parastina ziman, parastina bîra civakî, çand û pêşerojê ye, û bi gotina “Bê ziman jiyan nabe!” bangewaziyek kir.