PWKê bal kişand ser zimanê kurdî

21 sibat 2026 12:54
Bang ji PWKê: Statûya fermî ji bo zimanê kurdî pêwîst e
Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

RûpelNews - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), ku 21ê Sibatê ji aliyê UNESCO ve wekî Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê hatî îlan kirin, bi vê vesîleyê daxuyaniyêk nivîskî belav kir. Partiyê di daxuyaniya xwe de daxwaza xwe dubare kir ku zimanê kurdî li tirkiyeyê statûya fermî bistîne û wekî zimanê perwerdehiyê were qebûl kirin.
Di peyama ku ji aliyê Ofîsa Çapemeniyê ya partiyê ve hate parvekirin de, hate gotin ku zimanê kurdî di dîroka xwe de gelek caran rastî zext û siyaseta asîmîlasyonê hatî û parastina zimanî wekî berpirsiyariyek neteweyî hate nîşandan.

“Zimanê kurdî ne di bin temenê destûrî de ye”

Di daxuyaniyê de hate bîranîn ku di salên dawî de hin gavên wekî dersên bijartî yên zimanê kurdî û weşanên televîzyonî hatine avêtin; lê belê hate diyarkirin ku ev gav pirsgirêka statûya qanûnî ya zimanê kurdî çareser nake.
Di peyamê de hate balkişandin ku zimanê kurdî ne di destûr û ne jî di qanûnên têkildar de statûyek fermî heye. Hate gotin ku nedîtina mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê encamên civakî derdixe holê. Siyaseta înkar û asîmîlasyonê ya ku tê gotin bi salan berdewam e, bûye sedem ku milyonên kurd zimanê xwe yê dayikê fêr nebin; ev jî wekî travmayek civakî hate binav kirin.

“Divê zimanê kurdî bibe zimanê jiyana rojane”

PWK di daxuyaniya xwe de ne tenê li ser rêkûpêkên fermî rawestiya, lê her wiha bal kişand ser berpirsiyariya civakî û ferdî. Ji malbatên kurd re bang hat dayîn ku ji bo zarokan dersên bijartî yên zimanê kurdî hilbijêrin.
Di peyamê de hate te’kîdkirin ku zimanê kurdî ne tenê di rojên sembolîk de, lê di hemû qadên jiyana rojane de divê bi awayekî çalak were bikaranîn. Hate gotin ku divê ziman bibe yek ji bingehên jiyanê.
Bang li partiyên siyasî, saziyên civakî û organên medyayê

Di daxuyaniyê de, ji partiyên siyasî yên kurd, rêxistinên civaka sivîl, organên medyayê, hunermend û roniştvanan hate xwestin ku di çalakiyên xwe de pêşî zimanê kurdî bidin. Her wiha hate diyarkirin ku şaredarî, weqf û kesên karsaz divê piştgirî bidin vekirina dibistan û kursên ku bi zimanê kurdî perwerdehî didin.
PWK di dawiya peyama xwe de anî ziman ku divê 21ê Sibatê bibe roja têkoşîna hevpar ji bo ku zimanê kurdî statûya fermî bistîne û mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê were temîn kirin.

Peyam bi van gotinan bi dawî bû:“Zimanê me hebûna me ye, zimanê me rûmeta me ye.”