Nimûneya Luxembûrgê: Li dilê Ewropayê ji bo zimanê kurdî serkeftineke mînak

19 tîrmeh 2026 16:21

Komeleya Roj-Lux a li Ewropayê, dawiya sala xwendinê ya 2026’an bi merasîmeke bi coş pîroz kir. Di şeva derçûnê ya xwendekarên zimanê kurdî de gelek akademîsyen, dîplomat û malbatên kurd hatin bal hev. 

Nimûneya Luxembûrgê: Li dilê Ewropayê ji bo zimanê kurdî serkeftineke mînak

RûpelNews - Komeleya Roj-Lux ku li Ewropayê ji bo zindîhêştina çand û zimanê kurdî xebatên girîng dimeşîne, roja şemiyê 18ê Tîrmeha 2026an kursa xwe ya salane bi dawî kir. Di merasîma ku li paytexta welatê Lûksembûrgê hat lidarxistin de, coşa 51 xwendekarên ku perwerdeya xwe ya ziman bi serkeftî qedandin, hêjayê dîtinê bû. Di vê şeva taybet de 5 mamosteyên dilsoz û 62 malbat tev li şahiya zarokên xwe bûn û serkeftina wan pîroz kirin.

Akademîsyen û nûnerên kurd li Luxembûrgê hatin bal hev 

Di çalakiyê de Berpirsê Herêma Kurdistanê li Fransayê Dr. Alî Dolamarî, Serokê beşa zimanê kurdî li Înstîtûya Navneteweyî ya Ziman û Şaristaniyên Rojhilat (Inalco) Dr. Amr Taher Ahmedî, lêkolînera kurd Nîgar Alî Hussein û Berpirsê Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî Mem Dogala amade bûn û piştgiriya xwe ya bo perwerdeya zikmakî nîşan dan.

Ziman nasnameya kurdên li dîasporayê ye 

Bernameya ku ji aliyê Bozan Ahmed ve bi cil û bergên neteweyî hat pêşkêşkirin, piştî xwendina sirûda "Ey Reqîb" û rêzgirtina ji bo şehîdan, bi axaftinên watedar berdewam kir. Li ser navê mêvanan Mem Dogala derket ser dikê û bal kişand ser parastina zimanê dayikê li xerîbiyê. Dogala destnîşan kir ku hewlên malbatan û komeleyan ên li Ewropayê, mîsogeriya parastina nasnameya kurdî ye. 

Herwiha di beşeke din a bernameyê de, Dr. Alî Dolamarî û Dr. Amr Taher Ahmedî jî li ser pêşketina akademîk a kurdî li derveyî welat nirxandinên girîng kirin. 

Xelata rûmetê û coşa govendê

Di şevê de keda kesên ku ji bo zimanê kurdî dixebitin jî nehat jibîrkirin û ji aliyê Federasyona Zimanê Kurdî ve spasnameyeke taybet a rûmetê pêşkêşî Dr. Haşem Hannan hat kirin. Piştî xwarina nîvro, heyecan û coşa xwendekaran bi muzîka zindî û govenda kurdî derket lûtkeyê û merasîm bi hestên bilind ên neteweyî bi dawî bû.

Paytexta aboriya Ewropayê ji bo zimanê kurdî dibe mînak

Ev serkeftina li Luxembûrgê, di heman demê de peyameke girîng a herêmî û global dihewîne. Luxembûrg ku wekî yek ji navendên herî mezin û dewlemend ên aborî û fînansê ya Ewropayê tê qebûlkirin, xwediyê nifûseke piçûk a nêzî 700 hezar kesî ye. Tevî vê nifûsa kêm û şert û mercên integrasyonê yên li dîasporayê, kurdan li dilê Ewropayê xebateke wisa ya perwerdehiyê bi ser xistiye. Ev mînak nîşan dide ku dema daxwaz, rêxistinbûn û hişmendiya neteweyî hebe, zimanê kurdî li her devera cîhanê –şert û merc çi dibin bila bibin– dikare bibe zimanê perwerdehiyê û were parastin.