BBP: HDP partiya PKKê ye divê teqez were girtin!

11 nîsan 2022 03:59
BBP: HDP partiya PKKê ye divê teqez were girtin!

PeyamaKurd-Serokê Giştî yê BBPê Mustafa Destîcî di kongreya partiya xwe ya Trabzonê girtina HDPê kir rojeva xwe û got: ‘ HDP çi be, PKK jî ew e! Bila HDP were girtin!’

Mustafa Destîcî yê ku Serokê Giştî yê BBPê ye, li ser guftûgoyên girtina HDPê axivî û got ku HDP berdevkiya PKKê dike û li gorî makezagonê divê ji % 100 were girtin. Destîcî bang li partiyên siyasî jî kir ku hemû li hember HDPê bi yek dengî rawestin.

Serokê Giştî yê BBPê li ser rewşa dawî ya parlementera HDPê ya Diyarbekirê Semra Guzel mînakên xwe domandin û di dewama axaftina xwe de bang li Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû jî kir û got; ‘Dema tu çûyî cem Hevserokên HDPê, bipirse ka Semra Guzel li ku derê ye? Lê em bixwe dizanin ku ew niha derbasî Qendîlê bûye.’