Divê berî gavekê hukûmeta Kurdistanê were avakirin!

03 cotmeh 2018 14:39
Divê berî gavekê hukûmeta Kurdistanê were avakirin!

PeyamaKurd- Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert got ku divê berî gavekê hukûmeta Kurdistanê were avakirin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di derbarê hilbijartina Kurdistanê û Serokomariya Iraqê de daxuyaniyek da û got ku ez ji bo hilbijartinê, gelê Kurdistanê pîroz dikim. Em hêvî dikin ku di demeke kin de hukûmet were avakirin.

Nauert wiha dewam kir: “Em hurmetê ji pêvajoya demokratîkbûna Iraqê re digirin. Ev hilbijartin tecrûbeya demokrasiyê ye. Em hêvî dikin ku di demeke kin de encamên fermî werin îlankirin û hukûmet jî were avakirin.”