Brîtanya: “Divê berî gavekê Suûdî bersivekê bide!”

10 cotmeh 2018 13:56
Brîtanya: “Divê berî gavekê Suûdî bersivekê bide!”

PeyamaKurd- Brîtanyayê li ser windabûna rojnamevan Cemal Kaşikçi got ku divê berî gavekê Suûdî Erebîstan bersivekê bide û vê bûyerê zelal bike.

Di derbarê bûyerê de Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Jeremy Hunt bi Wezîrê Karên Derve yê  Suûdî Erebîstanê Adîl el Cubeyr re li ser telefonê axivî.

Hunt got ku ji bo vê bûyerê, me bi qasidê Suûdî Erebîstanê yê Brîtanyayê re hevdîtinek pêk anî. Me xwest ku di demeke kin de bersivên me bidin û rastiya vî karî derxin meydanê. Li dijî rojnamevanan li her aliyê dinyayê, şîddet zêde dibe. Ev li dijî azadiya axaftinê, tehdîdeke mezin e. Heke nûçeyên ku di çapemeniyê de derdikevin, rast bin, em ê ji dil li ser bûyerê bisekinin. Hevaltî li ser nirxên hevpar tê avakirin.