Balyozê Brîtanya li Iraqê: Pêwîst e li Iraqê tu cîhek nebe ji bo pêsketina bêserberî û tundiyê
09 hezîran 2022 16:39
PeyamaKurd – Balyozê Brîtanya li Iraqê, li ser êrîşa terorîstî ya şeva borî li ser Hewlêrê peyamek belav kir û diyar kir, pêwîst e li Iraqê tu cîhek nebe ji bo pêşketina bêserberî û tundiyê.
Balyozê Brîtanya li Bexdayê Mark Bryson Richardson da zanîn: “Êrîşa do şev êrîşeke din e û wisa diyar e kesên sivîl bûne armanca êrîşê û ez vê şermezar dikim. Pêwîst e li Iraqê tu cîhek nebe ji bo pêşketina bêserberî û tundiyê.”
Herwiha şeva borî bi dronan êrîşî bajarê Hewlêrê pêk hat û dijeteror a Kurdistanê bi daxuyaniyekê destnîşan kir, êrîş li ser rêya sereke ya Hewlêr û Pîrmamê pêk hatiye û bi rêya dronekî bombebarkirî ve pêk hatiye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Nêçîrvan Barzanî pêswaziya balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê kir
16 mjd 2025
Cîhan
Mesrûr Barzanî bi Balyozê Brîtanya yê li Iraqê re civiya
16 mjd 2025
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin