Balyozê Brîtanyayê: Em naxwazin serweriya Iraqê bikeve bin desthilata welatên din

14 gulan 2021 15:33
Balyozê Brîtanyayê: Em naxwazin serweriya Iraqê bikeve bin desthilata welatên din

PeyamaKurd – Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hickey, di civîna xwe ya bi Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî re, red dike ku mebesta wî, destwerdana di karûbarên Iraqê de be û dibêje daxuyaniya wî xelet hatiye şîrovekirin.

Ofîsa Ragihandinê ya Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê da zanîn: “Qasim Erecî ji Balyozê Brîtanyayê re gotiye em destwerandanê di karûbarên Iraqê de qebûl nakin û naxwazin serweriya Iraqê bikeve bin desthilata welatên din.”

Li gor Ofîsê, li hember wî, Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hickey destnîşan kiriye: “Brîtanya rêz li serweriya Iraqê digre û piştevaniyên wê jî ji bo bihêzkirina hakîmiyeta hikûmeta Iraqê ye bi ser temamê axa Iraqê de.”

Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hickey, çend roj berê eşkere kiribû û gotibû, niha demeke guncaw nîne ji bo hilbijartinan. Herwiha rexne jî li Hikûmeta Iraqê girtibû ku nekariye komên çekdar di bin sîwana xwe de bihêle.

Stephen Hickey diyar kiribû: “Li şûna dewletdarî, komên çekdar serekiyên rêvebirina welat kontrol kirine.” Van gotinan jî nîgeranî li cem gelek aliyên siyasî yên Iraqê çêkiribû û weke binpêkirina serweriya Iraqê bi nav kiribûn.