Serok Barzanî pêswaziya Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê kir

08 mijdar 2024 16:04
Serok Barzanî pêswaziya Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê kir

PeyamaKurd – Roja çarşema 06.11.2024 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Stephen Hitchen Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de ku Andrew Bizley Konsulê Brîtanyayê li Hewlêrê jî amade bû, Balyozê Brîtanyayê li Iraqê pîrozbahiya serkeftina hilbijartinên cotmeha derbasbûyî ya Parlemena Kurdistanê û rêjeya bilinda beşdariya xelkê li dengdanê û birêveçûna di rewşeke aram de, li Serok Barzanî kir.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasiya gelê Kurdistanê kir ku bi vê rêjeya bilind beşdariya hilbijartinan kirine. Danûstandinên pêwîst bi pêkhatan û ajandaya hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê re mijareke din a vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî tekezî li wê yekê kir ku Partî ji bo pêkanîna hikûmetê vetoyê li ser kesî nake û pêwîste guftûgo di çarçpweya yek herêm û yek Parlemen û yek hikûmet û yek hêzên Pêşmerge de bin.

Her di vê hevdîtinê de derbarê encamên hilbijartinên Amerîkayê û bandora wê ya li ser hevkêşeyên cîhan û herêmê û her wiha rewşa siyasî ya Iraqê û hilbijartina Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê bûn mijara danûstandina bîr û ramanan.