Serokwezîr Barzanî, pêswaziya Balyozê Brîtanyayê kir

06 hezîran 2022 04:01
Serokwezîr Barzanî, pêswaziya Balyozê Brîtanyayê kir

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê kir. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de li ser mijarên siyasî, leşkerî û tenduristiyê nirxandin hatine kirin.

Mesrûr Barzanî, îro pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê, Mark Bryson Richardson kir. Hat ragihandin ku di hevdîtina ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê  Herêma Kurdistanê David Hunt jî amade bû de Balyozê Brîtanyayê amaje bi serdana serkeftî ya Serokwezîr a ji bo Brîtanyayê kiriye û di asteke bilind de bi xêrhatina wî kiriye. Bi taybetî tê çaverêkirin ku aliyên pêwendîdar ên herdu aliyan, li ser encamên serdanê yên di warên perwerdehî, xwendina bilind, tenduristî û hemahengiya leşkerî ya ji bo rûbirûbûna gefên terorîstan, kar bikin.

Hat diyarkirin ku Serokwezîr, spasiya berdewamiya piştevaniya Brîtanyayê kiriye û dûpat kiriye ku Herêma Kurdistanê dixwaze di hemû astan de pêwendiyan bi pêş bixe. Hat zanîn ku rewşa giştî ya Iraqê, giringiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a bi rêya diyalogê û li ser esasê destûrê, mijarên din ên civînê bûne.