Ji Serokwezîr Barzanî û Balyozê Tirkiyeyê peyama hevkariyê
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê ANil Bora Inan li hev civiyan. Di civînê de tekezî li ser girîngiya stratejîk a berdewamiya henardekirina petrola Herêma Kurdistanê û Iraqê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê hat kirin.
RûpelNews - Serokwezîr Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Inan kir. Di hevdîtinê de dosyayên enerjî, bazirganî û rêyên xurtkirina peywendiyên dualî yên di navbera Hewlêr û Enqereyê de hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan di hevdîtinê de, ku Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê li Herêmê Erman Topçu jî amade bû, tekezî li ser girîngiya stratejîk a berdewamiya henardekirina petrola Herêma Kurdistanê û Iraqê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê kirin. Aliyan destnîşan kir ku ev rêrewe bingeheke serekî ye ji bo pêşxistina kerta enerjiyê, zêdekirina dahatên giştî û baştirkirina rewşa darayî ya Iraqê.
Xurtkirina peywendiyên aborî
Serokê Hikûmetê û Balyozê Tirkiyeyê bal kişandin ser pêwîstiya bilindkirina asta alûgora bazirganiyê. Her wiha encamên erênî û serkeftî yên serdana meha borî ya Mesrûr Barzanî bo Tirkiyeyê û hevdîtinên wî yên ligel Serokomar Recep Tayyip Erdogan û berpirsên pilebilind ên Tirk hatin bibîranîn, ku bûn bingeheke qahîm bo hevkariyên aborî yên berfirehtir.
Piştgiriya seqamgiriya siyasî
Derbarê rewşa Iraqê de, li ser dawîn guhertin û pêşhatên siyasî yên welat nêrîn hatin guhertin. Her du aliyan tekezî li ser girîngiya pêşkêşkirina piştgiriya pêwîst bo hikûmeta federal a nû kirin, da ku bikaribe kêşeyên mayî çareser bike û rûbirûyî astengiyên ewlehî û aborî bibe, bi vî rengî seqamgiriya herêmê were parastin.
