Serok Barzanî ligel Balyozê Tirkiyeyê civiya

04 hezîran 2026 16:22

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê kir. Di hevdîtinê de guherînên herî dawî yên herêmê û pêwendiyên navbera Hewlêr, Bexda û Enqereyê hatin gotûbêjkirin.

Serok Barzanî ligel Balyozê Tirkiyeyê civiya

RûpelNews - Serok Mesûd Barzanî ligel Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Inan hevdîtinekê kir.

Di hevdîtinê de, ku Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu jî tê de amade bû, rûdanên dawî, şer û aloziyên li herêmê  hatin gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniya ofîsa Serok Barzanî, Balyozê Tirkiyeyê ji bo sebir û siyaseta hekîmane ya Herêma Kurdistanê spasiya welatê xwe nîşan da ku tevî hewildanên ji bo kişandina Herêmê nav şer û tevî hebûna destdirêjî û bombebaranên berdewam ên ser herêmê, lê belê Herêma Kurdistanê bi her awayî hewl daye ku nebe beşek ji wî şer û wan girjiyên ku li navçeyê diqewimin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, behsa rewşa piştî avakirina hikûmeta Iraqê û pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, herwiha pêwendiyên navbera PDK û aliyên siyasî yên Iraqê hat kirin. Her du aliyan hêvî xwestin ku hewildan ber bi çareserkirina kêşeyan, hevahengiya tam a di warên cuda de û ji nehîştina giriftan bin.

Di dawiya hevdîtinê de, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û pêngavên ji bo çalakkirina proseya siyasî, mijareke din a guftûgoyan bû.