Serok Mesûd Barzanî pêswaziya Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê kir

04 tîrmeh 2024 12:34
Serok Mesûd Barzanî pêswaziya Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hitchen kir û di wê hevdîtinê de pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa Şingalê û pêwendiyên her du aliyan gotûbêj kirin.

Doh (03.07.2024) li paytexta Iraqê Bexdayê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hitchen kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Barzanî, di hevdîtinê de Serok Barzanî behsa pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê yên di salên borî de kiriye û sedemên serdana xwe ya bo Bexdayê û hevdîtinên xwe yên li gel aliyên siyasî rave kir.

Balyozê Brîtanya li Iraqê piştevaniya welatê xwe ji bo serdana Serok Barzanî bo Bexdayê û pêşxistina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê tekez li ser wê yekê kir ku Brîtanya di hemû şert û mercan de bi ciddî li Iraq û Herêma Kurdistanê disekine, bi taybetî di warê aborî, teror û metirsiyên koçberan de.

Cibicîkirina rêkeftina Şingalê, hilbijartinên Herêma Kurdistanê, mayîna hêzên hevpeyman li Iraqê û pêwendiyên dualî mijarên din ên hevdîtinê bûn.