Suûdî Erebîstan: “Em berî Amerîkayê jî hebûn!”

06 cotmeh 2018 13:41
Suûdî Erebîstan: “Em berî Amerîkayê jî hebûn!”

PeyamaKurd- Mîrzayê Suûdî Erebîstanê Muhammed bîn Selman bersiva Serokê Amerîkayê Donald Trump da û got ku em berî we bi 30 salî hebûn.

Serokê Amerîkayê Donald Trump berî niha daxuyaniyek dabû û gotibû ku min ji mîrê Suûdî Erebîstanê re wiha got: “Heke ne ji me be, hûn nikarin du hefteyan li ser îqtîdarê bimînin.”

Li ser van daxuyaniyan, Mîrzayê Suûdî Erebîstanê Muhammed bîn Selman berisva Donald Trump da û îfadeyên tund bi kar anîn. Selman wiha got: “Daxuyaniya Trump xelet e. Dewleta Suûdî Erebîstanê di sala 1744an de hebû. Ez dibêjin qey ev berî Amerîkayê bi 30 salî ye. Ji bo ewlehiya xwe jî em tiştekî nadine Amerîkayê.”