Bakirhan: Tirkî zimanê fermî ye, ev ne cihê nîqaşê ye
Hevserokê Partiya DEMê Tuncer Bakirhan got, "Tirkî zimanê fermî ye, em tirkî wek zimanê xwe dibînin, ev ti carî ne cihê nîqaşê ye."
RûpelNews- Di hevpeyvînekê de bi rojnameya Nefes re, Hevserokê Partiya DEMê Bakirhan nirxandinên xwe yên derbarê pêvajoya li Tirkiyeyê de parve kirin.
Bakirhan got, "Ocalan muxatabiyek peyda kiriye ku 40 sal in lê digeriya û nedidît. Ev muxatabî bi saya vîna Birêz Erdogan û nêzîkatiya neasayî ya Birêz Bahçeli tê avakirin. Birêz Bahçeli qeşa şikandiye û dîwar hilweşandine. Wî rê ji bo vê rêwîtiya xeternak vekiriye. Niha dema wê ye ku em vî rêyî bi serweriya hiqûqê, dadwerî û demokrasiya ku tevahiya Tirkiyeyê pêwîstiya wê pê heye, asfalt bikin. Em her wiha dibêjin ku 'heta ku erdnîgariya me bigihîje aştiyê, serweriya hiqûqê, îradeya sindoqa dengdanê, girtiyên siyasî bên berdan, û ev gel bigihîje bihara ku heq dike, gotina me zelal e û em li pişt wê disekinin.' Em qîmetê didin daxuyaniya Birêz Bahçeli ya ku dibêje 'em li pişt tiştê ku em dibêjin disekinin.' Niha berpirsiyariya hikûmetê ye ku vê perspektîfê bixe meriyetê."
Bakirhan tekez kir ku meseleya nîqaşa "otonomiyê" tune ye û got:
"Berevajî nîzama gerdûnî û neteweyî yê sedsala 21-an, di cîhanê û li Tirkiyeyê de pêdivî bi têkiliyeke nû ya navend-herêmî heye. Ev pêdivî ne tenê ji bo bajarên ku kurd lê dijîn, lê ji bo tevahiya Tirkiyeyê, û belkî herî zêde ji bo metropolên wekî Stenbolê ye. Formulasyoneke nû ya di navbera navend û herêmê de dê hem ji bo westandina navendê çareseriyekê bibîne û hem jî dê bihêle ku herêm bêhna xwe vede. Em dixwazin demokrasiyê berfireh bikin, ne ku Tirkiyeyê parçe bikin. Gotûbêjek li ser 'herêmeke otonom' tune. Daxwaza me demokrasiyeke xwecihî ya bihêz, hemwelatiya wekhev û hevjiyan e di nav welatekî hevpar de di bin parastina qanûnê de."
"Em nabêjin 'werin em kurd li kêleka tirk deynin û berdewam bikin'"
Bakirhan bersiva pirsa, "Rewşa hemwelatîbûnê çi ye? Çavkaniya wan nûçeyan çi ye ku dibêjin hûn li ser vê mijarê daxwaza guhertinên destûrî dikin?" wiha da:
"Sed sal berê, dema ku dewleta neteweyî dihat avakirin, dewletê xwest ku ji bermahiyên împaratoriyê neteweyeke serdest ava bike. Ji wê rojê ve, tirkîtî li Tirkiyeyê her tim wekî têgeheke etnîkî hatiye qebûlkirin. Îro jî rewş heman e. Îdiaya ku têgeha tirkîtiyê ne etnîkî ye, lê belê têgeheke çandî-dîrokî ye ku kurd û gelên din jî di nav xwe de dihewîne, li dijî sosyopsîkolojî û pîvanên zanistî ye. Em li ser vê mijarê şaş tên fêmkirin. Em nabêjin, 'Werin em peyva 'kurd' li kêleka 'tirk' di pênaseya welatîbûnê de bi cih bikin û em derbasî ya din bibin'. Binêre, Birêz Memduh, ev mijar di Rapora Komîsyona me ya Meclîsa Mezin a Neteweyî de jî hatiye destnîşankirin. Pêşniyara me ya li wir jî ev e ku "divê pênaseya destûrî ya welatîbûnê bi awayekî berfireh û bêyî tekezkirina etnîkî were nirxandin, û divê rêziknameyên aştîparêz werin çêkirin." Em dibêjin, "Divê tekezî li ser tu nasnameyeke etnîkî nebe; divê tekezî li ser welatîbûna tirkî hebe ku her kesî di nav xwe de dihewîne." Bi pênaseyeke nijadî ya bêalî ya welatîbûnê, dê her kes xwe zêdetir bi destûra bingehîn a vî welatî, jiyana wî ya hevpar û nirxên wî yên hevpar ve girêdayî hîs bike."
Pirsgirêka perwerdehiya bi zimanê dayikê û mijara zimanê fermî
"Ma nêzîkatiya partî û rêxistina we ya ji bo vê mijarê, ku tenê ji perspektîfa mafên kurdan e, ne şêweyekî nijadperestiya kurdî ye? Wek mînak, gelo israra we ya ku kurdî wek zimanekî fermî û zimanê dayik were naskirin, ne şêweyekî nijadperestiya kurdî ye?" Bakirhan li ser wê yekê bersiv da ku fermîbûna tirkî ne mijareke nîqaşê ye û got:
"Parastina mafên gelê kurd ne 'nijadperestî' ye, lê belê têkoşîneke ji bo hemwelatiyeke wekhev e. Nîjadperestî bêparkirina ji mafan û înkarkirina nasnameyê ye. Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bi kurdî ne meseleya serdestiyê ye, lê belê ji bo bidawîkirina cihêkariyê û dûrketina dewletê ya wekhev ji hemû zimanên din e. Berî her tiştî, bila ez bi rêya we tiştekî zelal bikim. Tirkî zimanê fermî ye, em tirkî wek zimanê xwe dibînin, ev yek qet ne mijara nîqaşê ye. Pirsgirêka me bi wê yekê nîne ku tirkî zimanê fermî û giştî yê Tirkiyeyê be. Bêguman, ji bo standardîzekirina danûstandinê zimanekî hevpar pêwîst e. Ji bo Tirkiyeyê, ev tirkî ye. Lê mafê kurdan, ên ku welatiyên vî welatî ne, ji bo perwerdehiya bi zimanê dayika xwe, bi qasî şîrê dayika wan rewa ye. Em rêzê li vê yekê digirin û pêşniyar dikin ku fêrbûna zimanê dayikê ji bo her kesî were mîsogerkirin û piştgirî jê re were kirin. Fêrbûna kurdî, lazkî, çeçenî û zimanên din ji bo tu kesî ne gef e, û daxwaza perwerdehiyê bi zimanê dayik ne nijadperestî ye."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin