Îdia: Trump destûra lêdana Îranê bi fermî daye Îsraîlê
Li gorî nûçeyên medyaya Amerîkî ku hatine belavkirin, Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber fikarên li ser bernameya nukleerî û pêşxistina fuzeyên balîstîk, destûra tevgerê daye Îsraîlê ku li dijî Îranê çalakiyan pêk bîne.
EuronuNews- Hate ragihandin ku ev biryara dawî piştî gefên tund ên Trump ên berê tê ku rasterast hem ji bo bernameya atomî hem jî ji bo serkutkirina xwepêşanderan hişyarî dabû rayedarên Îranê.
Serokê Amerîkayê Trump, li ser protestoyên berdewam ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê gotibû, heke xwepêşanderan bikuje ew dê destwerdana leşkerî li Îranê bike.
Hêjayî gotinê ye, heta niha di xwepêşandanan de zêdetirî 20 kesan hatine kuştin û bi qasî hezar xwepêşander jî hatine binçavkirin.
Rêxistinên mafên mirovan bang li rejîma Îranê dikin ku kesên hatine binçavkirin demildest werin berdan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin