50 sal di ser Peymana Dîrokî ya 11ê Adara re derbas bûn

11 adar 2020 14:04
50 sal di ser Peymana Dîrokî ya 11ê Adara re derbas bûn

PeyamaKurd - Îro 50 sal di ser Peymana Dîrokî ya 11ê Adarê ya di navbera Kurdistanê û hikûmeta berê ya Beis a Îraqê de hatiyê îmzekirin de derbas bûn. Ev Peyman, peymaneke gelekî girîng bû ji bo nasîna mafê kurdên li Îraqê û başûrê Kurdistanê.

Peymana 11ê Adara sala1970yî destkefteke girîng a Şoreşa Îlonê û berhema çendîn salên xebat û xweragiriyê û qurbanîdana gelê Kurdistanê ji bo mafên xwe yên rewa ye.

‘Peymana 11ê Adarê, berhema çendîn salên xebat û xweragiriyê û qurbanîdana gelê Kurdistanê ji bo mafên xwe yên rewa ye’

Îro 50 sal ango nîv sed dsal sal di ser Peymana 11ê Adara 1970î ya di navbera Serkirdatîya Şoreşa Îlona Mezin û hikûmeta Iraqê ya wê demê re derbas dibe.

Peymana 11ê Adarê, destkefteke girîng a Şoreşa Îlonê, berhema çendîn salên xebat û xweragirî û qurbanîdana gelê Kurdistanî ji bo mafên xwe yên rewa bû.

Girîngiya Peymana 11ê adarê

Armanca Şoreşa Îlonê ya mezin bidestxistina Xweseriya Kurdistanê bû. Piştî 9 salan xebata şoreşgerî ya li tevahiya başûrê Kurdistanê, hikûmeta wê demê ya Îraqê neçar mabû ku mafên gelê Kurdistanê nas bike û xweserî û otonomiya başûr Kurdistanê bi rêkeftina dîrokî ya 11ê Adarê 1970yî ya di navbera rêberê şoreşê Mele Mistefa Barzanî û rejîma Îraqê da hatîye îmza kirin.

Peyama Serokê Herêmê

Di Salvegera Peymana 11 ê Adarê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek weşand û di peyama xwe de got ku Peymana 11 ê Adarê belgeya baweriya  Kurdan e ku hemû arîşe û problemên xwe, di rêya aştiyê de çareser bikin. Bi helkefta salvegerê, Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî ev peyam dabû:

“Îro nîv sedsaleke li ser îmzakirina peymana 11ê Adara sala 1970 ya li navbera Serkirdayetiya Şoreşa Eylûl û Hikûmeta wê demê ya Iraqê da derbas dibe. Ev peyman destkeftekî girîngê wê şoreşa mezin e û berhema çendîn salên xebat û berxwedan û qurbanîdana gelê Kurdistanê bûye bi Rêberiya Barzaniyê Nemir ya bi navê mafên wê yên rewa da, her ew peyman jî bûye berdê bingeha wan hemû destkeftên paşê ji bo gelê me pêk hatine.”


“Beyana 11 ê adarê belgeya baweriya bi aştiyê ye”