Îro salvegera peymana dîrokî ya 11ê Adarê ye
PeyamaKurd - Îro (11ê adarê) Kurdistanê û hikûmeta berê ya Beis a Îraqê da haîyê îmzekirin. Ev peyman yeke peymana nasînê mafê kurdên li Îraqê û başûrê Kurdistanê bû.
Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de dibêje peymana 11ê adara sala 1970yî bi destkefteke girîng ê Şoreşa Îlonê, berhema çendîn salên xebat û xweragiriyê û qurbanîdana gelê Kurdistanê ji bo mafên xwe yên rewa bi nav kir.
'Peymana 11ê adarê berhema çendîn salên xebat û xweragirî û qurbanîdana gelê Kurdistanî ji bo mafên xwe yên rewa ye'
Di daxuyanîya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê de wiha hatîye gotin: Îro 49 sal di ser îmzekirina peymana 11ê adara 1970î ya di navbera Serkirdatîya Şoreşa Îlona Mezin û hikûmeta Iraqê ya wê demê ra derbas dibe. Ev peyman destkefteke girîng a Şoreşa Îlonê, berhema çendîn salên xebat û xweragirî û qurbanîdana gelê Kurdistanî ji bo mafên xwe yên rewa bû.
girîngiya wê rêkeftinê di wê serdemê da
“Peymana 11ê adarê, ji bilî ku ew belgeyeke girîng a fermî bû ji bo mikurhatina hikûmeta Iraqê bi mafên sîyasî, îdarî û çandî yên gelê Kurdistanê û şoreşa wî ya serxwebûnxwaz bû, wek xebateke rewa xwedî peyam û armancên niştimanî yên dirust, belgeya aştîxwazî û lêborîna gelê Kurdistanê û serkirdatîya şoreşa wî bû, ku her dem diyalog û rêkeftin bi hikûmetên Îraqî ra bijardeya wî ya sereke ye.
Armanca Şoreşa Îlonê ya mezin bidest xistina otonomîya Kurdistanê bû. Piştî 9 salan xebata şoreşgerî ya seranserê başûrê Kurdistanê, hikûmeta wê demê ya Îraqê naçar mabû ku mafên gelê Kurdistanê nas bike û xweserî û otonomiya başûr Kurdistanê bi rêkeftina dîrokî ya 11ê Adarê 1970yî ya di navbera rêberê şoreşê Mele Mistefa Barzanî û rejîma Îraqê da hatîye îmza kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin