Serok Mesûd Barzanî: Peymana 11ê Adarê berhema têkoşînê ye
Serok Mesûd Barzanî, di peyama xwe ya bi boneya 56emîn salvegera Peymana 11ê Adarê de tekez kir ku peyman destkeftineke dîrokî bû ku mafên gelê kurd misoger kir.
RûpelNews - Di peyama xwe ya ji bo bîranîna 56emîn a Peymana 11ê Adarê de, Serok Mesûd Barzanî diyar kir ku peyman berhema têkoşîna bidetxistina mafên gelê kurd û avakirina demokrasiyê li Iraqê bû. Barzanî bi bîr anî ku peymanê hikûmeta Iraqê ya wê demê neçar kir ku ji bo cara yekem bi awayekî fermî hin mafên gel nas bike.
Di peyama xwe de, Serok Mesûd Barzanî, her wiha tekezî li ser girîngiya parastina van destkeftiyan, peyama aştiyê, û çanda pêkvejiyanê di nav gelê Kurdistanê de di vê salvegerê de kir. Barzanî rêz li hewildanên hemû Pêşmerge, şoreşger û welatparêzan girt.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
"Bi navê Xwedayê Dilovan û Mîhrîban;
Peymana 11ê Adarê encama têkoşîn û qurbaniyên Şoreşa Îlonê bû, ku di bin serokatiya Barzaniyê nemir, Pêşmergeyan û hemû beşên Kurdistanê de bû. Ev peyman berhema têkoşîneke bihêz û berfireh bû ku ji bo vegerandina mafên gelê kurd û avakirina demokrasiyê li Iraqê hatibû destpêkirin. Di encamê de, wê hikûmeta Iraqê ya wê demê neçar kir ku bi awayekî fermî hinek ji mafên gelê me nas bike.
Di 56emîn salvegera Peymana 11ê Adarê de, em bi rêzdarî têkoşîn û hewildanên hemû Pêşmerge, şoreşger û welatparêzên Şoreşa Îlonê bi bîr tînin. Bi saya hewildan û fedakariyên wan, ev destkeftiya dîrokî ji bo gelê me hate misogerkirin.
Di vê salvegerê de, em careke din tekezî li ser girîngiya parastina van destkeftiyan, peyama aştiyê, û çanda hevjiyanê di nav gelê Kurdistanê de dikin; em bi rêzdarî şehîdên Şoreşa Îlonê û hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin.
