Zelenskiy, peyama “Roja Yekîtiya Ukraynayê” belav kir

23 rêbendan 2023 00:30
Zelenskiy, peyama “Roja Yekîtiya Ukraynayê” belav kir

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, bi rêya peyamekê “Roja Yekîtiya Ukraynayê” pîroz kir û ragihand ku ew ê bi hev re di şer de bi ser bikevin û got, "Ukrayna ji ber ku bi hêz e, yek e û ji ber ku yek e, bi hêz e.”

Volodimir Zelenskiy, bi rastlêhatina "Roja Yekitiya Ukraynayê” peyamek belav kir û di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya yekîtiya gelan a ji bo serxwebûn û yekparçeyiya axê û got,

"Heger yekîtiyeke rasteqîn pêk neyê, dê serxwebûn wenda bibe."

Zelenskiy bi berdewamî got ku "Ev ne tenê yekbûna herdu peravan e, yekîtiya bi milyonan mirovan e. Ev yekbûna hemû axa me ye. Em ê bi hev re bi ser bikevin û hemû Ukrayna dê dengê serkeftinê bibihîze. Ukrayna ji ber ku bi hêz e, yek e û ji ber ku yek e, bi hêz e.”