YNKê berbijêrê fermî yê postê serokomariyê ragihand

13 cotmeh 2022 13:02
YNKê berbijêrê fermî yê postê serokomariyê ragihand

PeyamaKurd – Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di derbarê postê serokomariyê daxuyaniyek da û diyar kir, berbijêrê fermî yê postê serokomariyê Dr. Berhem Salih e.

Li gor Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Dr. Soran Cemal Tahir bi daxuyaniyekê da zanîn, berbijêrê fermî yê postê serokomariyê Dr. Berhem Salih e.

Herwiha Dr. Soran Cemal Tahir destnîşan kiriye: “Em dixwazin bi rêya posta serokomariyê xizmeta her kesî bikin û parastina destûr û mafên neteweyî bikin.”

Herwiha Seroka fraksiyona PDK li parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî jî ragihand û got: “Kandîdê PDKê ji bo postê serokomariyê Rêber Ehmed e û danûstandin li gel hemû aliyên siyasî yên Iraqê berdewam in.”