Wezîrê Dadê li ser Narîn Guran daxuyanî da

09 îlon 2024 14:32
Wezîrê Dadê li ser Narîn Guran daxuyanî da

PeyamaKurd – Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, têkildarî mirina Narîn Guran a li Diyarbekirê wenda bû û doh cenazeyê wê yê bê can hat dîtin got, "Her detay yek bi yek bi baldarî tê lêkolînkirin û li gorî delîlên ku hatine bidestxistin, kesekî din hat desteserkirin û di bergeha lêpirsînê de hejmara kesên hatin desteserkirin derket 24an."

Tûnç herwiha destnîşan kir ku lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ve hatiye destpêkirin bi awayekî piralî û bi hûrgilî tê meşandin.

Wezîr Tûnç di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got:

“Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ve derbarê mirina zaroka me ya dilê me şewitand Narîn Guran de ji bo tespîtkirina sedema mirina rast hatiye destpêkirin de, xebata otopsiyê ya ku serê sibê saet di 10.30an de ji aliyê pisporên tiba edlî ve li Saziya Tipa Edlî ya Diyarbekirê destpê kiribû, êvarê saet di 21.40 de bi dawî bû. Di dema otopsiya ku ji aliyê heyeta pispor a tiba edlî ve tê kirin de, divê li ser nimûneyên tevna ku hatine girtin, muayeneyên kîmyewî, biyolojîk, patholojîk û hin lêkolînên din bên kirin. Ji ber vê sedemê piştî ku hin mînakên hatine girtin ji aliyê Serokatiya Koma Tiba Edlî ya Diyarbekirê û hin jî ji aliyê Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê ve bên lêkolînkirin, têkildarî sedema mirinê ya tam wê rapor bê amadekirin. Di vê merheleya lêpirsînê de xebatên desteserkirina kesên hatin desteserkirin dewam dikin. Her detay yek bi yek bi hûrgilî tê lêkolînkirin û li gorî delîlên ku hatine bidestxistin kesek hat desteserkirin û hejmara kesên di lêpirsînê de hatin desteserkirin derket 24an. Ji bo ronîkirina vê bûyera bi êş û eşkerekirina rastiyan hemû hûrgilî bi biryardarî têne destnîşankirin. Yê ku bûye sedema mirina zaroka me ya nazik an jî bûne sedema mirina zarokê ma yê nazik, wê nikaribin li pêşberî edaletê ji hesabpirsînê dûr bikevin."