Welîd Muelim: Tirkiye sponsorê terorê ye û dijî sivîlan tawanên ser dike
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim ragihandiye ku Tirkiye xwe bi zorê wek sponsorekî terorê yê sereke li Sûriyê ferz dike û tawanên şer li dijî sivîlan dike.
Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim di gotareke vîdyoyî ji bo civîna Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî (NY) de ragihand, Tirkiye yek ji sponsorên terorê li Sûriyê ye û ava vexwarinê ji ser gelê Sûriyê li Hesekê qut kiriye, ev jî tawaneke şer e.
Muelim got, Tirkiyê rê daye bi hezaran terorîst derbasê Sûriyê bibin û piştevaniya temam dide Eniya Nusrayê û rêxistinên din ên teroristî û siyaseta tirkkirinê li ser xaka Sûriyê dimeşîne.
Welîd Muelim diyar kir, Tirkiye pabendî derencam û têgihîştinên Astanayê yên derbarê Idlibê nebûye û divê sînorek ji siyasetên wê re were û ragihand, Hevpeymaniya Navdewletî bi awayekî ne rewa derbasî Sûriyê bûye û petrol û samanên gelê Sûriyê talan dike û li rêbendên artêşa Sûriyê jî dide.
Muelim herwiha HSD jî şemezar kir û got, “Plangiriya cudaxwaziyê li ser yekîtiya Sûriyê dike û samanên gelê wê didize. Herwiha hejmarek ji sivîlên li dijî pêngavên wê ne li bakurê rojhilatê Sûriyê binçav kirine û hejmarek ji kesayetiyên herêmê kuştine. Ez ji wan re dibêjim, ligel welatên xwe bin û ji waneyên dîrokê fêr bibin, berî ku dem derbas bibe.”
Muelim li ser dorpêçên Amerîka jî diyar kir, yasaya Sezar ji bo dorpêçkirin û sizadana gelê Sûriyê ye û got: “Divê nave wê (Yasaya xeniqandina sivîlên Sûriyê) be.”
Wezîrê Derve yê Sûriyê herwiha piştevaniya Sûriyê ji bo helwesta Îranê di rûbirûbûna siyaseta Amerîka de tekez kir û diyar kir, Amerîka bi hilweşandina rêkeftina atomî, aramiyê li navçeyê têk dide.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin