Ji Wezîrê nû yê Amerîka Marco Rubio bi Tirkiye û Misrê re dîplomasiya Sûriyê: Divê nebe cihê terorê!

27 rêbendan 2025 20:30
Ji Wezîrê nû yê Amerîka Marco Rubio bi Tirkiye û Misrê re dîplomasiya Sûriyê: Divê nebe cihê terorê!

PeyamaKurd –  Balyozxaneya Amerîka ya Şamê ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio pêwendiyên telefonî bi hempîşeyên xwe yên Tirkiye Hakan Fîdan û Misrê Bedir Ebdulatî re pêk anîne û rewşa Sûriyê bi wan re gotûbêj kiriye.

Li gorî daxuyaniya îro 27ê Çile ya Balyozxaneya Amerîka ya Sûriyê, Marco Rubio di wan pêwendiyên telefonî de gotiye, “Divê Sûriye nebe cihê teror û gefê li ser welatên cîran.”

Balyozxaneya Amerîkayê li ser rûpela xwe ya Facebookê eşkere kir, Rubio di pêwendiyeke telefonî de ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan tekez kir, divê proseyeke veguhêz a giştgîr li Sûriyeyê birêve biçe û girîng e hikûmeta nû nehêle welat bibe jêdereke terorîzma navdewletî.

Balyozxaneya Amerîka di daxuyaniyek din de jî da xuyakirin, Marco Rubio di pêwendiyeke telefonî ya ligel hempîşeyê xwe yê Misrê Bedir Ebdulatî de, pêşhateyên li Sûriyeyê gotûbêj kirin û destnîşan kir ku divê Sûriye nebe cihê terorê û gefa li ser welatên cîran.