Televîzyona dewleta Sûriyê cara yekem bi kurdî weşanê dike

06 sibat 2026 14:09

Kanala televîzyonê ya dewleta Sûriyê El-Îxbariye cara yekem bi zimanê kurdî weşan kir.

Televîzyona dewleta Sûriyê cara yekem bi kurdî weşanê dike
Nivîskar: editor2 - nûçeyên wî/wê
RûpelNews -

Pêşkêşvanê li ser El-Îxbariye bi kurdî li ser hevdîtina di navbera şandeya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Serokomarê demkî yê Sûriyê Ehmed Şera de li Dîmeşqê ragihand.

Piştî peymana ku di navbera hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de hat îmzekirin, kanala televîzyona dewletê ya Sûriyê El-Îxbariye cara yekem bi zimanê kurdî weşan kir.

Endamê ENKSê Nemat Dawid hevdîtina bi Şerayî re şîrove kir.

Dawid diyar kir ku hevdîtinên wan ên bi Şera re erênî bûne û kêfxweşiya xwe anî ziman ku kanala televîzyona fermî ya welêt cara yekem bi kurdî weşanê dike.

Derbarê hevdîtinê de, Dawid got, "Îro ji bo Sûriye û gelê kurd rojeke dîrokî ye. Em kurd xwe wek beşek ji Sûriyeyê dibînin, ji ber ku em di dirêjahiya dîrokê de bûne hevpar û em ê di pêşerojê de jî hevpar bin."