Wezîrê Derve yê Misrê û Sûriyê pistî 12 salan cara yekem li Qahîreyê civiyan

02 nîsan 2023 13:30
Wezîrê Derve yê Misrê û Sûriyê pistî 12 salan cara yekem li Qahîreyê civiyan

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad piştî 12 salan cara yekemîn serdaneke fermî bo Misrê kir û ji aliyê aliyê Wezîrê Derve yê Misrê Samih Şukrî ve hate pêşwazîkirin.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad, piştî 12 salên krîz û şerê navxwe yê Sûriyê, cara yekem li paytexta Misirê Qahîreyê bi Wezîrê Derve yê Misirê Samih Şukrî re hevdîtin kir.

Hat ragihandin ku armanca vê serdanê başkirina pêwendiyên her du welatan e ku piştî karesatên erdhejê pêk tê.

Wezîrê Derve yê Misirê jî piştî erdhejê serdana Şamê kiribû û bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re civiyabû. Samih Şukrî li avahiya Wezareta Derve ya Sûriyê bi Wezîrê Derve bi Feysel Miqdad re jî civiyabû.

Piştî vê serdanê biryar e piştî Cejna Remezanê Serokê Sûriyê Beşar Esed û Serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî jî bicivin.