Wezîrê Derve yê Sûriyê pistî 12 salan li Erebistana Siûdî
PeyamaKurd – Erebistana Siûdî û rêjîma Sûriyê ragihandin, ew ji xizmetguzariyên balyozxaneyê û destpêkirina geştên asmanî yên di navbera her du welatan de kêfxweş in.
Piştî navbereke nêzîkî 12 salan, daxuyaniyeke hevbeş piştî ku Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel El-Mîkdad serdana Erebistana Siûdî kir û ligel Wezîrê Derve Feysel Bin Ferhan civiya, hat dayîn.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî (SPA) ragihand: "Her du aliyan ragihandin, ew pêşwazî li destpêkirina prosedurên ji bo vegerandina karûbarên balyozxaneyê û geştên asmanî di navbera her du welatan de dikin."
Di hevdîtinê de hate destnîşankirin, hewldanên ji bo gihîştina çareseriyeke siyasî ya ku yekparebûna axa Sûriyeyê, nasnameya Erebî, îstiqrar û ewlekariya Sûriyeyê biparêze hatin nîqaşkirin. Herwiha di hevdîtinan de gavên ji bo çareseriya siyasî ya berfireh li Sûriyê di navbera her du aliyan de bên avêtin hatin gotûbêjkirin.
Serdana Mikdad ji sala 2011an ve ku li Sûriyê serhildan destpê kir, yekem serdana Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî bû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin