Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd el-Muelim jiyana xwe ji dest da

16 mijdar 2020 15:07
Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd el-Muelim jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd – Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd el-Muelim, jiyana xwe ji dest da.

Serokatiya Hikûmeta Sûriyê û Wezareta Derve ya Sûriyê bi daxuyaniyekê diyar kir, Welîd el-Muelim vê sibehê jiyana xwe ji dest da.

Tu zanyarî di daxuyaniyê de di derbarê sedema mirina Welîd el-Muelim de nehatine dayîn.

Welîd el-Muelim, Sala 1941 li Şamê ji dayik bûbû, sala 1963 bawernameya bekaloriyosê di aborînasiyê de ji Zanîngeha Qahîreyê wergirtiye. Sala 1964 li Wezareta Derve bûye karmend û di 1957an de bûye balyozê Sûriyê li Romanya. Di navbera sala 1990 heta 1999 de Balyozê Sûriyê li Amerîkayê bûye, sala 2005 bûye Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê, ji sala 2006an ve Wezîrê Derve yê Sûriyê bû û  ji Tebaxa 2011an ve ji berpirsên Hikûmeta Sûriyê bû, ku sizayên Amerîkayê li ser hatibûn sepandin.