Serokê Sûriyê bi Wezîrê Derve yê Qibrisê Kombos re civiya
20 sibat 2025 22:07
PeyamaKurd - Serokê Sûriyê yê serdema veguhêz Ehmed Şera li Şamê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Qibrisê Constantinos Kombos kir.
Wezîrê Qibrisê li Şamê bi Ehmed Şera û Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî re civiya.
Li gorî zaniyariyan, herdu aliyan di civînê de hejmarek dosye, di nav de helwesta Qibrisê derbarê rakirina sizayên li ser Sûriyê, gotûbêj kir.
Hêjayî gotinê ye, hefteya borî, jêderên dîplomasî yên Ewropî gotibûn ku Qibris û Yûnan astengiyan li pêş rakirina sizayên Ewropî yên li ser Sûriyê derdixin û daxwaza hin gerentiyan dikin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
YE Wezîrê Derve yê Sûriyê vedixwîne Brukselê
07 sbt 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin