Tawanbarê leskerkirina Dewleta Îslamî radestî Awustralya hat kirin
PeyamaKurd – Polîsê federal îro Îniyê diyar kir, şervanekî "Dewleta Îslamî" ku bi giranî di propagandaya leşkerkirina koma cîhadî de cih girt, wê bi "tawanên terorî yên giran" were tawanbarkirin piştî ku ji Tirkiyê radestî Awustralya were kirin.
Neil Christopher Prakashê 31 salî, di sala 2016an de piştî ku ji Sûriyê derbasî Tirkiyê bû, li Tirkiyê hatibû girtin.
Prakaş di sala 2019an de ji aliyê dadgeha Tirkiyê ve bi 7 sal cezayê zîndanê hat mehkûmkirin û ew bi endambûna rêxistineke terorîstî hatibû tawanbarkirin.
Polîsê Federalî yê Awustralyayê diyar kir, Prakash sibeha Înê bi balafirê gihîşt Avusturalyayê.
Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, "Lêpirsînek di sala 2016an de destpê kir dema ku hat îddîakirin ew kes çûye Sûriyê da ku ligel Dewleta Îslamî şer bike."
"AFP wê li dadgehê îddîa bike ku gelek tawanên terorê yên giran pêk anîne."
Karbidestan texmîn kirine ku nêzîkî 230 Awustralyayî ji sala 2012an vir ve çûne Iraq û Sûrîyeyê da ku çekan hilgirin -- Prakash yek ji nimûneyên herî berbiçav e.
Wî di vîdyoyên leşkerkirina DAIŞê de, ji Awustralyayan xwest ku "hişyar bibin" û beşdarî komê bibin.
Prakash ji hêla serokwezîrê berê yê kevneperest Malcolm Turnbull ve wekî yek ji "fînanser an organîzatorên sereke" yên Dewleta Îslamî li Rojhilata Navîn hate binavkirin.
Serdozgerê berê yê Awustralya George Brandis di sala 2016an de gotibû Prakash li Iraqê piştî êrîşeke asmanî ya Amerîkî hatiye kuştin.
Piştre hat piştrastkirin ku di teqînê de birîndar bûye lê nehatiye kuştin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin