Seroka Gagaûzyayê: Moldova ji bo pêsî li alîkariyên me bigire her tistî dike

10 nîsan 2024 11:50
Seroka Gagaûzyayê: Moldova ji bo pêsî li alîkariyên me bigire her tistî dike

PeyamaKurd – Seroka Rêveberiya Xweser a Gagaûzyayê Yevgeniya Gutsul a ku serdana paytexta Rûsyayê Moskova ye kir diyar kir ku hikûmeta Moldovayê ji bo pêşî li hemû alîkariyên wan bigire, zextê li rêveberiya herêmê û şêniyên wê dike, her tiştî dike.

Seroka Herêma Xweser a Gagaûzyayê Yevgeniya Gutsul doh serdana Moskovaya paytexta Rûsyayê kir û bi bankaya Rûsyayê Promsvyazbank (PSB) re peyman îmze kir.

Li gorî peymanê, banka wê ji bo xebatkarên sektora giştî û teqawidên Gagaûzyayê hesaban veke û ji niştecîhên herêmê re derfetê bide ku bi karanîna pergalên dravdanê yên ku li Rûsyayê dixebitin, dravdanên derveyî sînor bidin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Gutsulê ku piştî îmzekirina peymanê daxuyaniyek da çapemeniyê û got, “Ev pêngav ji bo xweseriya Gagaûzyayê û ji bo şêniyên Gagaûzyayê gelekî girîng e, ji ber ku mixabin em niha weke gelê Gagaûzyayê bi zextên mezin ên rêveberiya Gagaûzyayê re rû bi rû ne. Rastî ev e ku hevkarên me hene, dostên me yên navneteweyî hene ku dixwazin alîkariya gelê Gagaûz bikin, lê mixabin hikûmeta niha her tiştî dike da ku rê li ber hemû alîkariyên darayî û mirovî yên ku ji bo niştecihên herêmê diçe."

Gutsul bi bîr xist ku herî dawî di meha Adarê de dema hat Rûsyayê bi Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn re hevdîtin pêk anî û wiha got: “Di hevdîtinê de min zextên hikûmeta navendî ya li ser xweseriya Gagaûzyayê vegot. Me gelek daxwaz ji Federasyona Rûsyayê kir ku kêmkirina bacê ji hilberînerên me yên çandiniyê re pêşkêş bike û herwiha daxistin û bihayên baş ji bo gaza xwezayî."