Seroka Lîsta YNKê ya Duhokê Îman Ebdilrezaq tevlî PDKê bû

10 mijdar 2025 21:35
Seroka Lîsta YNKê ya Duhokê  Îman Ebdilrezaq tevlî PDKê bû
Nivîskar: Hevi Turan

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku ji ber partiya wê ji dengdêrên xwe xwest dengê xwe nedin namzedên YNKê li bazineya Duhokê, Seroka Lîsta YNKê ya Duhokê tevlî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû.

Seroka Lîsta YNKê ya gera şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Iraqê li bazineya Duhokê Îman Ebdilrezaq îro 10ê Mijdarê ragihand ku tevlî PDKê bûye û lîsta YNKê li Duhokê hilweşiya ye.

Hate zanîn ku sedema destberdana Seroka Lîsta YNKê ew e ku, partîya wê ji dengdêrên xwe xwestiye ku dengê xwe nedin lîsta YNKê û dengê xwe bidin namzedê Reyan Kildanî.

Çend roj berê jî hejmareke mezin a kesayetî û kadroyên YNKê tevlî refên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bûbûn.