Serokê YNKê Bafil Talebanî diçe Tehranê
Bafîl Celal Talabanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), dê îro li ser vexwendina fermî ya Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Eraqçî biçe Tehranê.
RûpelNews - Li gorî zanyariyan, di dema serdana xwe de, Talabenî dê bi Serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, Serokê Meclîsa Îranê Mihemed Bekir Qalîbaf û Wezîrê Derve Ebbas Eraqçî re hevdîtinan bike.
Tê payîn ku di hevdîtinan de têkiliyên siyasî û aborî yên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de, ewlehiya sînor, derbasgehên bazirganî yên li ser rêya Silêmaniyê û aloziyên herêmî yên li Rojhilata Navîn werin gotûbêjkirin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî jî serdan piştrast kir û diyar kir ku hevdîtin dê di çarçoveya pêşxistina têkiliyên di navbera Îran, hikûmeta federal a Iraqê û Herêma Kurdistanê de pêk werin.
