Wezîrê Tirkiyeyê gefê li Serokê YNKê xwar: Bafil Talebanî hewl dide dawiya xwe bîne

14 gulan 2024 18:30
Wezîrê Tirkiyeyê gefê li Serokê YNKê xwar: Bafil Talebanî hewl dide dawiya xwe bîne

PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler gefê li Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî xwar û got: "Bafil Talebanî hewl dide dawiya xwe bîne."

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, di derbarê Serokê YNKê Bafil Talebanî de ji rojnameya Milliyetê ya Tirkiyeyê re axivî.

Yaşar Guler, da zanîn ku wan çend caran Serokê YNKê Bafil Talebanî hişyar kirine ku “pêwendiyên xwe yên bi PKKê re qut bike.”

Yaşar Guler di derbarê hişyariyên ku wan dane Bafil Talebanî de wiha got: “Bafîl Talebanî hewl dide dawiya xwe bîne. Divê ew zanibe ya ku ew dixwaze bike ew tişt in ku em li hemberî wî ne. Serokê me yê rêzdar, wezîrê me yê karên derve û  ez jî di nav de, me gelek caran hişyariyên pêwîst dane. Tirkiye welatekî bisebir e. Em dizanin em çi dikin û em ê çi bikin. Her kes dibîne ku ka çi bi serê rêxistinê ve hatiye. Eger Bafîl Talebanî bixwaze heman tişt bi serî wî de jî were, divê van çalakiyan bidomîne. Me gelek caran jê re got ku divê ew çi bike. Pêwîst e, pêwendiyên xwe bi rêxistinê re qut bike û ew herêma xwe ji PKKê paqij bikin.”

Yaşar Guler di berdewamiya axaftina xwe ji de behsa helwêsta Îranê ya li hemberî PKKyê jî kir û da zanîn ku nêrîna wan û Îranê ya li PKKyê ne yek e.

Guler amaje bi wê yekê jî kir ku ew di wê baweriyê de ne ku dê Îran jî bi “pirsgirêka PKKyê” re rûbirû bimîne û ew hêvî dike Îran çareseriyekê bibîne.